Îlon 20, 2022 15:11 Asia/Tehran
  • Îskeleteke serdema beriya dîrokê li Endonezyayê hat vedîtin

Kevnarenasan qala vedîtina îskeleteke 31 hezar salî ya "Mirovê Pêşîn" li şikefteke navçeya Klîmantana Endonezyayê kir.

Pêqa piyê çepê yê vê îskeletê ayîdî zarokekî ye ku bi emeliyata neştergeriyê hatiye qutkirin.

Karzan balê dikişînin ser vekolandina şehediyên bidesthatî û bawer in: Xwînhatin û kêmgirtina pêqa piyê çepê piştî emeliyata neştergeriyê bi tamî hatiye kontrolkirin û ev yek nîşan dide ku serdema dermankirinê piştî neştergeriyê bi awayekî serkeftî hatiye domandin û zarok herî kêm ji şeş heta neh salan piştî qutkirina pêqa piyê xwe zindî maye.

Vekolandina serdema dermankirinê ya îskeleta vedîtî ya "Mirovê Pêşîn" li navçeya Klîmantana Endonezyayê li gorî nêrîna karzanan, perde ji ser zanista pizîşkî ya pêşketî di serdema beriya dîrokê daaye alî.

Beriya vêya jî neştergeriyeke gelek pêşketî ya qutkirina organekî leşî ku têkildarî îskeleteke heft hezar salî bû li Fransayê hatibû vedîtin.

Li gorî ragihandina koma hevpar a kevnarenasên endonezyayî û awstralyayî, ji ber şêwaza binaxkirina meytan a gelekî taybet û kêmdîtî li Girava Sulawesi'yê ya Endonezyayê, hîn ti nimûneyeke din a vê cûreya emeliyat û dermankirina pizîşkî ya gelekî pêşketî ya ayîdî mirovên pêşîn li vê navçeyê nehatiye vedîtin, lê bêguman di 31 hezar salan beriya niha da ev cûreya neştergeriyê hebûye.

 

 

Serepeyv