Îlon 03, 2022 08:24 Asia/Tehran
  •  Twitterê dest bi testkirina

Platforma medyaya civakî Twitterê ya ya bi nav û deng bi fermî ragihand ku dest bi ceribandina "bişkoka sererastkirinê" ya ku demeke dirêj e bikarhêner li bendê bûn kir.

"Bişkoka sererastkirinê" dê destûrê bide bêyî ku tweetekê jê bibî, bikaribî wê sererast bikî.

Hat diyarkirin ku tenê hin bikarhêner dikarin di rêza yekem de bişkokê bi kar bînin, lê Twitterê rave nekir ku mebest kîjan kategorî an jî erdnîgarî ye.

Li aliyê din li ser sererastkirinê heta niha agahiyên berfireh nehatine ragihandin.Heta niha nayê zanîn ku bikarhêner dê çend caran mafê guherandina heman twîtê hebe an jî heta kengî dikare vê taybetmendiyê bi kar bîne.

Serepeyv