Îlon 02, 2022 09:22 Asia/Tehran
  • Karta ku di mezatê de bi 12,6 miliyon dolarî hat firotin

Li Amerîkayê karta ku wêneyê lîstikvanekî beyzbolê li ser hatiye çapkirin, bi 12,6 miliyon dolarî hat firotin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Tenê kartek, li ser wêneyê lîstikvanekî. Ew qas. Em qala kartekê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatiye firotin, dikin. Li ser kartê wêneyê lîstikvanê beyzbolê "Mickey Mantle" heye. "New York Yankees" tîmek e ku di Lîga Beyzbolê ya Amerîkayê (MLB) da dilîst û lîstikvanê wê Mickey Mantle jî tê de. Ev kartê ku di mezatê de hatiye firotin ji sala 1952’yan maye.

Wê çaxê kartê wêneyê Mickey Mantle tê de hatibû çapkirin û niha hat firotin. Kart aîdî Anthony Giordano yê 75 salî bû û di mezatê de bi 12,6 miliyon dolarî hat firotin. Bi vê yekê ev yek bû kartê ku heta niha bi buhayê herî zêde hatiye firotin.

Giordano di sala 1991’ê de li New Yorkê ev xart bi 50 hezar dolarî kirîbû.

Mickey Mantle di sala 1931’ê de hatibû dinê û sala 1995’an miriye. Wî di navera salên 1951-1968’an de li New York Yankees'ê lîstibû.

Serepeyv