Tîrmeh 25, 2022 08:27 Asia/Tehran
  • Ji DNA'ya mirov çekek li dijî wî bi xwe tê çêkirin!

Endamekî Komîteya zanyariyan a Kongreya Amerîkayê hişyarî da ku, ji DNA'ya mirov çekeke biyolojîkî tê çêkirin û tenê ji bo kuştina heman kesî tê bikaranîn.

Jason Crowe ji endamên Komîteya Zanyariyan a Kongreya Amerîkayê welatiyên vî welatî hişyar kir ku zanyariyên DNA'ya xwe di gel kompaniyên taybet bi parve nekin, ji ber ku îhtimal heye ev zanyarî ji bo çêkirin û berhemanîna çekên nû bên bikaranîn.

Vî nûnerê Meclîsa Amerîkayê got: Dibe ku DNA'ya kesekî bi rêyaa dosyeyên bijîşkî were wergirtin û çeka biyolojîkî bi bikaranîna heman DNA'yê were çêkiirn ku heman kesî bikuje.

Vî siyasetvanê amerîkî her wiha ragihand, berfirehbûna van çekan li gorî meyl û meraqa gelek ji welatiyan ji bo pêkanîna testa DNA'yê, nîgeranker e.

 

 

Serepeyv