Tîrmeh 14, 2022 18:49 Asia/Tehran
  • Twitter tûşî kêşeyeke seranserî bû

Gelek bikarênerên tora civakî ya Twitterê li cîhanê roja Pêncşemiyê qala kêşeya di xebata vê platformê kir.

Li gorî rapora Independent'ê, Tora civakî ya Twitterê îro ji bo gelek bikarêneran neaçalak bûye û tûşî rawestaneke mezin bûye.

Gelek ji bikarêneran peyamên xetayê yên wekî Zêdetir ji kapasîteyê û heta xetayên weke Ev rûpel xerab e wergirtine.

Vê pirsgirêkê li ser Web Twitter, Mobile û heta bernameya TweetDeck'ê ya vê kompaniyê jî bandor kiriye.

Bi hezaran rapor ji pirsgirêkên Twitterê hatine ragihandin; Lê rûpela rewşê ya Twitterê îdia dike ku "Hemî sîstem di halê cihanînê da ne".

Ev di halekî da ye ku domîna sereke ya Twitter.com'ê tê barkirin, lê îmkana têketina nav sservîsan an bidestxistina twittan tuneye.

 

Serepeyv