Tîrmeh 12, 2022 18:02 Asia/Tehran
  •   NASAyê kûrtirîn û hûrtirîn wêneyê gerdûnê ya teleskopa James Webb'ê belav kir

NASAyê bo yekemîn car kûrtirîn û zelaltirîn wêneyê rengî yê gerdûnê belav kir ku ji aliyê teleskopa fezayî ya James Webb ve hatiye girtin.

Ajansa Amerîkî ya Fezayê NASA, teleskopa fezayî ya James Webb, bi rêya tîşkên jêr sor wêneyeke rengî ya herî kûr û hûr ji gerdûnê girtiye.

Di yekem wêneya Teleskopa James Web de, bi hezaran gerestêrk diyar dibin, di nav de ew laşên din ku bi tîşkên jêr sorê têne xuyakirin. Li gor ajansê, ew navçeya ku di wêneyê de dixuye, beşekî biçûk e ji gerdûnê.

Rêvebirê Ajansa NASAyê, Bill Nelson ragihandiye ku ev wêneya tê dîtin, ya berî 13 milyar salên ronahiyê ye.

Bill Nelson diyar dike ku ev teleskop gelekî hûr e, ew dê bi rêya wê bizanin gerestêrka ku ew lê dinêrin, jiyan li ser dibe yan na û ew dê bikarin bersiva hinek pirsan werbigirin ku berî niha ti bersivek ji wan re nebûye.

Rêvebirê NASAyê Bill Nelson herwiha got, “Hûn dizanin 100 sal berê me bawer dikir ku tenê galaksiyek heye, niha em dizanin ku bêhejmar galaksî û roj hene.”

Serepeyv