Tîrmeh 12, 2022 11:38 Asia/Tehran
  • Zanyarên çînî zibilên fezayî paqij dikin

Zanyarên fezayî yên Çînê babirrkeke fezzayî ya mezin ji bo derxistina roketekê ji xolgehê ku vê dawiyê bo fezayê hatibû avêtin, bi kar anî.

Rojnameya dewletî ya Global Times'ê ya Çînê nivîsî: Ev yekemîn ceribandin ji bo jinavbirina zibilên fezayî ye ku heta niha li ser roketekê pêk hatiye.

Ev babirrk ji aliyê Enistîtûya Akademiya Tekonolojiya Fezayî ya Şanghayê (SAST) va hatiye çêkirin û vê derfetê dide ku fezagerrên xerabûyî zûtirkê ji xolgehê derkevin û bi vî awayî pêşî li zêdebûna bermahîkan li fezayê digire.

Ev babirrk (sail) li ser kapsola bar a roketa Lang March'ê hatibû sazkirin ku roja 23ê Hezîranê bo fezayê hat avêtin û roja 26ê Hezîranê jî di xolgeha Erdê da bi cih bû.

Ev babirrk ku sefheyeke weke firebayê ye, dema ku vedibe, leza fezagerrê kêm dike heta ku ji xolgeha xwe derkeve û di heyama çend salan da li atmosfera Erdê dişewite.

Hebûna bermahîkên fezayî xeterek ji bo amûrên din e ku bo fezayê tên avêtin; Wek mînak, setlayta ticarî ya Iridium 33 ya Amerîkayê sala 2009an li setlayta neçalak a Kosmos-2251 a Suvoyetê ket û zirarek bêveger pêk anî.

Li gorî ragihandina Rêxistina Fezayî ya Ewropayê, ji sala 1957an heta niha derdora 13 hezar û 100 setlayt bo fezayê hatine avêtin û heşt hezar û 410 setlay hîn li fezayê mane û pênc hezar û 800 setlayt jî hîn dixebitin.

 

Serepeyv