Tîrmeh 11, 2022 12:35 Asia/Tehran
  • Sûlava Şêr Abadê; Bedewiyeke bêhempa li nav daristanên Gulistanê

Sûlava Şêr Abadê komsûlaveke pêkhatî ji heft sûlavên biçûk û mezin ji bedewiyên bêhempa yên parêzgeha Gulistanê li bakûrê Îranê ye.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Hebûna daristan, çem, golên sipehî û sûlavên zehf, parêzgeha Gulistanê kiriye armancek ji bo gerra xwezahez û geştyaran.

Di vê navberê da Sûlava Şêr Abadê ji yek ji komsûlavên xweşik li Îranê ye.

Sûlava sipehî ya Şêr Abadê ji mîratên xwezayî û neteweyî yên Îranê û ji şûnwarên geştyariyê yên parêzgeha Gulistanê, şaristana Ramyanê ye û bi awayê neteweyî jî hatiye tomarkirin.

Sûlava Şêr Abadê di heyama salê da xweşik e û balê dikişîne; Lê dema herî baş a serdana parêzgeha Gulistanê ji bo dîtina vê sûlavê, rojên germ ên havînê ye û geştyar kêfa xwe bi hewayê wê yê xweş û hênik di demsala germayê da tînin.

Peyaçûna li nav daristanên xweşik li kêleka çemekî herikbar û temaşekirina sûlavên Şêr Abadê, bîreweriyeke xweş ji bo geştyaran li vî cihê parêzgeha Gulistanê bi cî dihêle.

 

Serepeyv