Tîrmeh 10, 2022 09:06 Asia/Tehran
  • Elon Mask ji ber hebûna hesabên sxte, peymana twitterê betal kir

Şerek di navbera Elon Mask ê ku twitter kirî û twitterê bi xwe de dest pê kir. Mesele ev bû: Elon Muskî got ku ji ber twitterê der barê hesabên sexte de agahî nedane wî, wî jî peymana kirîna twitterê betal kiriye. Twitterê got em der barê wî de doz vedikin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Rêveberê cihêner ê Tesla Elon Muskî ligel twitterî peyman girê dabû û hîseyên (pişkên) twitterê bi 44 mîlyar dolarî kirîbûn. Maskî çend roj berê eşkere kiribû ku dibe ew peymanê bide rawestandin. Paşê gotibû ew dê ji nû ve bifikire û dibe bihayeke erzantir pêşkêş bike. Li ser vê Rêveberê cihêner ê Twitterê Prag Arawall emojiya pîsatiyê jê re şandibû.

Û niha, Muskî eşkere kir ku ew twitterê nakire. Wekî sedem jî hesabên sexte yên nava twitterê de nîşan dan. Twitterê eşkere kiribû ku sedî 5 hesabên sexte hene, lê Musk îdîa dike ku rojane di nav bikarhênerên çalak de li dor sedî 20 hesabên sexte hene.

Meha borî Twitterê destûr dabû Muskî ku xwe bigihîne embara “xortoma şewatê” ku bi sed mîlyonan tweetên rojane tê de veşartin.

Parêzerên Muskî ragihandin SEC’ê (Komîsyona Bosa û Malên Biqîmet a Amerîkayê) “ji ber binpêkirina gelek xalan” wan peyman betal kiriye.

Piştî vê yekê asta hîseyên twitterê daketin.

Li ser vê Serokê Rêveberiya Twitterê Bret Taylor ragihand ku ew ê serî li rêyên fermî bidin. Bi gotineke din ew dê serî li dadgehê bidin û bi xwe bawer in ku dê bi ser bikevin.

Serepeyv