Tîrmeh 03, 2022 23:25 Asia/Tehran
  • Mayindebûna zêde ya hebên îbuprofen ên tamdar li fezayê

Hebên îbuprofen ên ku ji bo şandina fezayê hatine çêtirkirin, dema ku ew vegerandin ser rûyê erdê, hate dîtin ên ku tam lê zêdekirine ji yên bêyî tam çêtir hatine parastin û kêmtir xera bûne.

Li gor nûçeya Îsna ya ji zarê Fizê, lêkolînerên Navenda Lêkolînên Tamê ya Navdewletî (International Flavor Research Center) li zanîngeha Nottinghamê ligel zanîngeha Adelaide li ser vê lêkolînê xebitîne. Lêkolînên wan destnîşan kir ku hebûna pêçek oksîdê hesin ku di hilberîna heban de hatî çêkirin dikare ibuprofen biparêze.

Profesor Volker Hessel, rêvebirê lêkolînê li Navenda Andy Thomas ji bo Çavkaniyên Fezayê û profesorê Zanîngeha Adelaide, ku bernama şandina hebên fezayê bi rê ve biriye, dibêje: Dermanên ku di mîsyonên fezayê de têne bikar anîn dikevin ber tîrêjên kozmîk ên ku "emirê fezayî" yê wan sînordar dike û heta bi kêmkirina naveroka derman dikare bibe sedema pêkhatina madeyên jehrîn. Me di heman demê de cewhera kîmyewî ya ibuprofenê bi pêvekan re guherand, di encamê de ibuprofen "bi hêztir" derket.

Bi şandina hebên îbuprofen ên hatî çêkirin li laboratuarê yên şeş mehan li Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî man û lêkolîna wan piştî vegerê, me li dijî bandorên wêranker ên tîrêjên gerdûnî ceribandin û me encamên îsbatkirî bi dest xistin.

Çar heb ji şeş hebên îbuprofenê yên ku li derveyî Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî hatine danîn, ku her yek bi formulasyonek taybetî hatibû çêkirin, bi awayekî ber bi çav bi piraniya madeyên ku ew jê hatibûn çêkirin, îzole bûn, lê heba ku tê de herî zêde oksîda hesin heye, tenê hinekî perçe bûbû.

Serepeyv