"Di sala 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên kurdî hebûn"
Du pirtûkên ku rojnameger Ferîd Demîrelî amade kiribûn kurtedemek berê derketin. Yek ji wan bi navê “Guldestekeyek ji Baxê Rewanê” (Weşanên Sor) bû û ya din jî “Çîroka Şêwra Ermenan” (Weşanên Cervantes) bû. Ji bo li ser wan bi axive roja 25'ê mehê bi beşdariya Demirel sohbetek li dar ket.
Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Sohbeta ku Chalak Eventsê bi navê “Soheta Çayê” li Nînova Cafeya li Taksîma Beyogluya Stenbolê li dar xist, rojnameger Azîz Tekînî moderatoriya wê kir. Rojnameger Ferîd Demîrel pêşî qala çîroka xwe ku çawa hînê kirîlî bûye kir û got ku dema li zanîngehê dixwest ji bo heqdestê xwe derxe diçû Lalelî û li wir jî tabela bi kirîlî bûn, bi vî awayî yekem car bi xwendina wan tabelayan hînê kirîlî bûye.
Demîrel paşê li ser çîroka her du pirtûkan sekinî û diyar kir ku wî tenê ew ragihandiye vê demê û wekî din tiştek nekiriye. Demîrel li ser zimanê pirtûkan jî got ku pirtûka “Guldestekeyek ji Baxê Rewanê” bi zimanê wê demê amade kiriye, qet dest nedaye zimanê wê, lê di “Çîrokên Şêwra Ermenan” de guherîn di zimanê wê de kiriye û li gor kurmanciya îro saz kiriye ku ev yek wî û weşanxaneyê bi hev re biryar daye. Demîrel qala rewşa kurdan a salên 1930’yan ya li Sovyetê jî kir û agahiyên berfireh dan.
Va ne çend gotinên ji axaftina Demirel:
- Ji bo min xebatek hêja ye ku di salên 1930’yan de nivîskarên kurd çîrokên rusan wergerandine kurmancî.
- Piştî Şoreşa Kewçêrê li Sovyetê ji bo kêmare hemûyan bi zimanên wan xebat hatine kirin. Bi vê polîtîkayê ji bo kurdî jî hatiye kirin.
- Di 5 salan de 47 dibistan hatine vekirin û hezar pirtûk bi kurdî hatine çapkirin.
- Şamîlov û Marûgolov ji bo kurdî alfabeya latînî amade kirine. Di vir de nîqaş hene, hinek dibêjin Şamîlov amade kiriye, hinek dibêjin Şamîlov û Marûgolov bi hev re amade kirine. Axir alfabeyek hatiye amadekirin û bi vê pirtûk hatine çapkirin.
- Sala 1921’ê de li Ermenistanê 5 dibistan vedibin, 267 xwendekar têde dersê dibînin. Em dibînin ku di sala 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên bi kurdî hene.
- Wê demê pirtûkek ji bo zarokên dibistanên tê amadekirin ku 6 cild in. Li ser înternetê jî 5 cildên wê hene. Ew li cem min hene, lê di nav de cilda 5’an tune ye. Min çîrokên ku di “Guldestekeyek ji Baxê Rewanê” de bi cih kirine ji cilda 4 û 6’an girtine.
- Sala 1938’an de ev polîtîkaya xebatên ji bo kêmareyan tê rawestandin, kurdî jî di nav de hemû xebatên ji bo kêmareyan têne betalkirin. Piştî Stalîn diçe, Kruşçev tê ser kar carek din ev xebat dest pê dike. Di sala 1955’an de Radyoya Rewanê dest pê dike, rojnameya Riya Teze dest bi weşanê dike.
- Di çîrokên di pirtûkê de em çîrokên cur bi cur dibînin. Di hinan de em dibînin qala propagandaya Sosyalîzmê tê kirin, di hinan de qala jiyana gundan a kurdan tê kirin, hinan de qala çîroka rojane tê kirin. Çîrokek li ser windabûna gayê kesekî ye ku gur êrîş dikin. Çîrokek destana Mem û Eyşê ye. Bi vî rengî.