Kesên bejn bilind kêmtir di xetereya nexweşiya dil de ne!
Li gorî lêkolîna herî mezin a cîhanê ya li ser têkiliya di navbera bejna bilind û nexweşiyê de, mirovên bejn bilind di xetereya neuropatiya periferîkî û her weha enfeksiyonên çerm û hestî de ne, di heman demê de xetera nexweşiyên dil, tansiyona bilind û kolesterola bilind li wan kêm in.
Li gorî lêkolîna Sridharan Raghavan ji Navenda Bijîjkî ya Herêmî ya "Rocky Mountain Regional VA" li Amerîkayê, bejna mirov bi kêm an zêdebûna xetera nexweşiyên cûrbecûr re têkiliya xwe heye.
Bejn yek ji wan faktoran e ku bi gelek nexweşiyên ve girêdayî ye, ji nexweşiya dil bigire heya penceşêrê.
Di lêkolînên zanyaran de hatiye diyarkirin ku bejna bilind bi metirsiya bilindbûna fibrîlasyona atrial û damarên varikoz û hitmala kêmbûna xetera nexweşiya dil koroner, tansiyona bilind û kolesterola bilind ve girêdayî ye.
Lekolînvanan her weha têkiliyek nû di navbera bejn bilindî û metirsiyek zêde ya pêşkeftina neuropatiya periferîkî de ku ji ber zirara nervên di lingan û endamên bedenê û her weha enfeksiyonên çerm û hestiyan de dîtine.
Lekolînvan niha bawer in ibe ku bejn ji bo çend nexweşiyên hevpar faktorek xeternak a nenas bibe. Lêbelê, wan destnîşan kirine ku ji bo tesbîta hin ji van keşfana, lêkolînên zêde pêwîst in û di lêkolînên pêşerojê de dê li ser nifûsên cihêreng lêkolîn bên kirin.