May 31, 2022 11:56 Asia/Tehran
  •  Li Dihoka Herêma Kurdistanê bajarekî 3000 salî hat vedîtin

Kevnarenasan nav Çemê Dijleyê li Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê bajarekî kevnare vedîtin.

Tê gotin kevnatiya vî bajarî vedigere serdema empratoriya Mîtaniyan di 3400 salî beriya niha da.

Bêkes Birîfkanî Rêveberê şûnwarên dîrokî û çandî yê Parêzgeha Dihokê roja Duşemiyê got: Me bajarekî kevnar a 3400 salî li navçeya Semela Dihokê vedîtiye ku kevnatiya wî vedigere serdema Mîtaniyan.

Wî got: Ev der heta beriya sala 1985 cihê niştecihbûnê bû û bi temamkirina Benava Mûsilê di sala 1990î da, kete bin avê.

Birîfkanî tevî amajeya bi vêya ku heta niha bêhtir ji 2000 şûnwarên dîrokî li vê şaristanê hatine vedîtin, got: Lêkolînên îsal rastî encamên baş hatine.

Wî got: Em li vir bi alîkariya zanîngehên Tubingen û Freiburgê yên Almanyayê, karê kolandinê pêk tînin. Bermahiyên gelek avahiyan li vî bajarî kevnare ji serdema Empratoriya Mîtaniyan hene. Navê bajarê kevnare ku me vedîtiye, Zahîko ye.

 

 

Serepeyv