May 24, 2022 12:51 Asia/Tehran
  • Teleskopa Hubble'ê wêneya coteke komstêrkên balkêş bi reşçalên gelekî mezin kişand

Teleskopa fezayî ya Hubble'ê (The Hubble Space Telescope) wêneyeke ecêb ji coteke balkêş a komstêrka badokî (spiral) bi reşçalên gelekî mezin li navenda wan kişandiye.

Ev wêneya nû ya Teleskopa fezayî ya Hubble a NASAyê ji IC 4271 ku wek Arp 40 jî tê naskirin, coteke komstêrkên badokî ya ecêb di mesafeya 800 miliyon salên ronahiyê ji me ye. Komstêrka biçûktir li ser komstêrka mezintir e ku komstêrk anku galaksiyeke çalak bi navê Seyfet e.

Li gorî gotina NASAyê, Komstêrka Seyfertê ji bo xaatirê stêrknas Carl K. Seyfert hatiye binavkirin; Kesê ku sala 1943an nivîsarek derbarê komstêrkên badokî bi xêzên weşanê yên gelekî ronî çap kir.

Roja îro em dizanin ku derdora sedî 10 komstêrkan dibe ku komstêrkên Seyfert bin.

Ewna ayîdî rêza "Komstêrkên Çalak" in - Komstêrkên ku li navenda wan reşçalên gelekî mezin û giran hene û hin materyalan azad dikin ku dibin sebeba azadbûna raadiyasoneke zehf.

 

 

Serepeyv