May 18, 2022 22:36 Asia/Tehran
  • Stêrk çima diçirisin?

Guherînên di atmosferê de dibe sedem ku ronahiya stêrkan biqelişe (bişkêne) û stêrk wer xuya dikin ku diçirisin.

Yekane stêra ku nêzî gerstêrka Erdê ye roj e; Ji ber vê yekê hemû stêrk, ji bilî rojê, ji gerstêrka me pir dûr in û wek xalên ronahiyê xuya dikin. Dema ku mirov li ezmên dinêre û stêrkekê dibîne, turbulensa di atmosferê de dibe sedem ku ronahiya ku ji wê stêrkê derdikeve ber bi aliyên cihê (curbicur) ve biqelişe (bişkêne). Ev mijar dibe sedem ku şewq û pozîsyona stêrk li ber çavê mirov biguhere û mîna ku stêrk dibiriqîne (diçirise) xuya bike.

Serepeyv