May 18, 2022 09:46 Asia/Tehran

NASAyê vê dawiyê vîdyoyeke balkêş ji komstrêkeke (galaxy) biçûk û qamkinik a nerêkûpêk weşandiye.

Li gorî rapora ISNAyê, NASAyê vîdyoyek ku di dawiya nûçeyê da tê dîtin weşand û nivîsî: Hûn bi xêr hatin bo komstrêkeke herî çalak li cînartiya keyhana me ku wek NGC 1569 tê naskirin.

Ev komstêrk bi lezeke 100 qatî komstrêka me (Komstrêka Rêya Şîrî) stêrkan çê dike. NGC 1569 komstrîkeke biçûk a nerêkûpêk di Sûreta Felekî (Constellation) ya Zerafeyê ye. Komstêrka Stêrkpirjîn (Starburst galaxy), komstêrkek e ku di qiyas di gel leza pêkhatina asayî ya stêrkan, di piraniya komstêrkan da, xwedan leza bilind a pêvajoya pêkhatina stêrkan e.

Zanyaran hin zanyarî di vê dîmena Hubelê da bi deng nîşan dan da bi skenkirina ji jor ber bi jor, sonîfîkasiyoneke bedew pêk bînin. Sonîfîkasiyon bikaranîna dengê ne-axaftinê ji bo veguhestina zanyariyan an jî têgihîştina zanyariyan e.

Serepeyv