May 13, 2022 10:23 Asia/Tehran
  •   Rêveberê cihanînê yê SpaceX'ê dibêje mirov dê heta sala 2030î bigihêje Marsê; Lê NASA tiştekî din dibêje

Mirov dikare zûtir ji dema ku em difikirin, xwe bigihîne gerestêrka sor û Heyvê.

Gwynne Shotwell serok û rêveberê operasiyonê yê SpaceX'ê got: Dibe memûriyeteke bi mirov bo gerestêrka Marsê beriya bidawîhatina dehsaliya 2020î pêk were.

 

Shotwellî vê dawiyê ji CNBCyê ra got: Ez difikirim ku ev yek dê di vê dehsaliyê da be. Bi zûtî dê mirov li ser heyvê bin.

Wî her wiha got: Ez difikirim ku me hewcetî bi raberkirineke mezin bo ser asta gerestêrka Marsê heyeû piştra mirov dê bi giranî li ser wê yekê bifikirin. Û piştra ez wer difikirim ku di heyama pênc an şeş salan da, mirov dê bibînin ku ev gerestêrk dê cihekî rasteqîn ji bo çûyînê be.

Kompaniya Elon Muskî peyweireke azwerane xisitye rojeva xebata xwe da ku rêwîtiyên fezayî ji bo mirovan dabîn bike.

SpaceX niha mûşekeke vegerbar a bi navê Starship bi pêş dixe ku armanca wê birina mirovan bo Heyv, Mars û cihên din li fezayê ye. Wek mînak Yasaku Maezawa, miliyarderê japonî ev mûşek ji bo rêwîtiya li dora Heyvê di sala 2023an da reserv kiriye.

Di halekî da ku SpaceX'ê heta niha mirov nebiriye ser Heyvê, lê vê kompaniyê rêwîtiyên serkeftî bo Rawestgeha Fezayî ya Navneteweyî (ISS) cih anîne.

Ji aliyê din va, Kompaniya fezayî ya NASAyê jî mûşeka Starshipê ji bo bernameya xwe ya Artmis'ê bijaartiye; Bernameya ku armanca wê birina fezagerran bo nêzikî cemsera başûr a Heyvê di sala 2025an da ye.

Gelo çûyîna mirov bo Marsê 10 salan zûtir çê bibe?

Yek ji memûriyetên din ên Artemisa NASAyê ev e ku sala 2040î ji Heyvê biçe Marsê. Yanî 10 salan derengtir ji pêşbîniya Shotwellê ser bi SpaceX'ê.

 

Ev yek tê vê wateyê ku SpaceX dikare li hemberî hevrika xwe anku NASAyê bi ser keve, lê ji ber ku kompaniya Muskî gelek amûrên teknîkî dide ber destê NASAyê, dibe ku di dawiyê da ew bi hev ra bixeibitin.

 

 

Serepeyv