Nîsan 26, 2022 10:48 Asia/Tehran
  • Elmasê herî mezin ê dinyayê dê were firotin

Elmasê sipî yê herî mezin ê dinyayê dê derkeve mezatê. Li bendê ne ku bi 30 mîlyon dolarî dest bi firotina wê bikin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Elmas bi giraniya 228,31 kratî dawiya meha borî li Dubeyê hat pêşkêşkirin û 11'ê meha Gulanê jî dê li Cenevreyê bê firotin. Mezatxaneya Christie's elmasê derdixe mezatê û li bendê ne bi 30 mîlyon dolarî dest bi firotina wê bikin.

Ev elmas berî Dubeyê li Taipei'ya Taywanê, li New Yorka DYA'yê hatibû pêşkêşkirin û niha jî derbasî serdema firotina wê bûn. Elmasa ku bi navê "Zinar" dê derxin mezatê 20 sal berê li Afrîkaya Başûr hatiye derxistin.

Mezatxaneya Christie's di sala 2017'an de elmaset bi 163,41 karatî derxistibû mezatê û bi 33,7 mîlyon dolarî firotibû.

 

Serepeyv