Nîsan 24, 2022 23:28 Asia/Tehran
  • Elmasên ku çîroka erdhejê vedibêjin

Lêkolînerên Amerîkî hewl didin bi lêkolîna almasan bersiva pirsên erdhejê bidin.

Li gorî ISNA, almasên ku di kûrahiya erdê de çêdibin dikarin alîkariya pisporan bikin ku bersiva pirsek bi dehan salan bidin. Pirs ev e, gelo şilatî(avekî) di afirandina erdhejên di kûrahiya erdê de rola xwe dilîzin?

Lêkolînek nû ya lêkolînerên li Enstîtuya Zanistî ya Carnegie ya Amerîkayê delîlên şikilên(avakiyên) ku ji hêla lewheyên ji erdê ve di bin avê de mane vedihewîne. Vekolîna van almasan ligel modelkirina nû ya herêma binavbûnê nîşan dide ku rola şilekan di hilberîna erdhejên kûr de nayê paşguh kirin.

Ne hewce ye ku av di hemî erdhejên kûr de têkildar be, lê modela Steven Shirey, lêkolînerê sereke yê projeyê, û hevkarên wî destnîşan dike ku hin lewheyên binavkirinê têra xwe sar dimînin ku avê bigirin û veguhezînin. Wan dît ku erdhejên kûr ên ku 500 heta 700 km di bin erdê de çêdibin, îhtîmal e ku tenê li ser lewheyên ku dikarin avê hilgirin çêbibin.

Shirey got: "Di wê kûrahiyê de, av an şilavên karbonat-dihewîne dikarin erdhejan çêkin, erdhej dikare bibe sedema berdana şilavê, an jî dibe ku her du jî çêbibin,"

Wî herwiha got: Ez difikirim ku di vê nuqteyê de, ew ayidî civaka erdhejnasiyê dibe ku fêm bike ka çima şilav girîng in. Em dizanin ku şilav li wir in û diherikin. Lîtolojiya almasan vê yekê nîşan dide; Ji ber ku almas her tim li deverên mantoyê ku şilî lê diherikin çêdibin.

Serepeyv