Nîsan 23, 2022 09:08 Asia/Tehran
  •  Pirtûka biçûk a helbestan a Charlotte Bronteya 13 salî bi 1.25 miliyon dolarî hat firotin

Pirtûkeke biçûk a helbestan ku ji aliyê Cahrlotte Bronteya 13 salî hatiye vehûnandin, Pêncemiya hefteya derbasbûyî piştî zêdetir ji sedsalekê veşartîbûnê, hat nimandin.

Ev deqa destnivîs ku ji 15 rûpelan pêk hatiye û sala 1829an hatiye nivîsîn, ji karteke lîstinê jî biçûktir e û tê de deh helbestên neweşandî hene.

Navê vê pirtûkê "A Book of Ryhms" anku Pirtûkeke Qafiyeyan ji aliyê Charlotte Bronte bi xwe va hatiye nivîsîn. Cara yekem ev pirtûke sala 1916an li mezzadekê li bajarê New Yorka Amerîkayê bi 520 dolarî hat firotin û ji wê demê û pê va heta niha nehatibû dîtin.

Bronte û xwîşkên wê yên biçûktir Emily û Anne li gundekî bi navê Haworth'ê li Yorkshireya Inglîzî mezin bûn. Wan jiyana xwe bi nivîsîna çîrokên lihevalyayî ku di cîhaneke xeyalîn da diqewimîn derbas dikirin.

Ev hêza wan a xeyalê bû sebeb ku hin romanan binivîsin ku wek wêjeya klasîk a inglîzî hatin pêşwazîkirin. Ji wan Jane Eyre ya Charlotte, Wulthering Heights a Emily û The Tenant of Wildfell Hall a Anne'yê.

Wan jî weke gelek nivîskarên jin ên serdema xwe, di destpêkê da berhemên xwe bi nasnavê mêrane diweşandin.

 

Serepeyv