Nîsan 21, 2022 18:30 Asia/Tehran
  • Zarokên herî pirr li Rihayê û yên herî kêm li Dêrsimê ne

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) ragihand ku li ser asta Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 45,2 herî zêde zarok li parêzgeha Rihayê ne û bi rêjeya ji sedî 17,3 jî herî kêm zarok li parêzgeha Dêrsimê ya Tirkiyê ne. Li gor ku TUÎK dibêje ji sedî 26,9ê nifûsa Tirkiyê zarok bûne.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) amarên sala 2021ê yên derbarê zarokên li Tirkiyê de belav kirin.

Li gor amarên ku TUÎKê ji Sîstema Tomarkirina Nifûsê ya Navnîşanê berhev kirine, parêzgeha Rihayê ya Tirkiyê di warê nifûsa zarokan de bi rêjeya ji sedî 45,2 di rêza yekem de ye. Piştî Rihayê bi rêjeya ji sedî 42,3 Şirnex û ji sedî 40,1 parêzgeha Agirî tê.

Bi gotina TUÎKê, nifûsa herî kêm a zarokan jî li parêzgeha Dêrsimê ya Tirkiyê ye. Piştî Dêrsimê bi rêjeya ji sedî 17,8 bajarê Edîrne û bi rêjeya ji sedî 18,4 jî bajarê Kirklareli yên Tirkiyê tên.

Saziya Amaran a Tirkiyê herwiha ragihandiye ku ji sedî 26,9ê tevahiya nifûsa Tirkiyê zarok in.

Serepeyv