WhatsApp dê taybetmendiya 'Communities'ê damezirîne da ku çetkirina komkî baştir bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i333267-whatsapp_dê_taybetmendiya_'communities'ê_damezirîne_da_ku_çetkirina_komkî_baştir_bike
WhatsApp di halê testkirina taybetmendiyeke nû ye da ku koman ji bo cihê kar û dibistanan organîze bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2022 05:17 Asia/Tehran
  •  WhatsApp dê taybetmendiya 'Communities'ê damezirîne da ku çetkirina komkî baştir bike

WhatsApp di halê testkirina taybetmendiyeke nû ye da ku koman ji bo cihê kar û dibistanan organîze bike.

Servîsa peyamgihan a ku ayîdî Meta Platforms'ê ye roja Pêncşemiyê ragihand ku WhatsApp testkirina taybetmendiyeke nû bi navê 'Communities' (Civak) ji bo organîzekirina koman di qas û nijyarên mezin da ye ku dikarin li cihê kar an li dibistanan bên bikaranîn.

Ev taybetmendî dikare komên bi herî zêde 256 bikarêneran li hev bicivîne û wan bixe bin sîwanên mezintir û rêveber dikarin hişyarîê û danezanan ji bo bi hezaran civakî bişînin.

Mark Zuckerberg, rêveberê kompaniya Metayê bi weşandina postekê li ser profayla xwe ya Facebookê, nivîsî: Ev demek e ku xuya bûye şêwaza têkilîdanîna me ya online tê guhertin.

Wî nivîsî: Piraniya me torên civakî ji bo dîtina naverokên balkêş û birojbûnê bi kar tînin. Lê ji bo asteke kûrtir û watedartir a danûstandinê, şandina peyaman bûye hêmana sereke ya jiyana me ya dîjîtal. Ev yek xusûsîtir û mirov zêdetir pê hesta nêzikatiyê dikin. Bi şîfredanînê (encryption), ewlehtir e jî.