Nîsan 15, 2022 09:51 Asia/Tehran
  •  Elon Musk pêşniyaza kirîna Twitterê bi 43 miliyar dolarî daye

Elon Musk pêşniyaza kirîna Twitterê daye û ragihandiye ku ev koma medyayî divê veguhere kompaniyeke taybet da bibe "Platforma azadiya gotinê li seranserî cîhanê".

Twitterê roja Pêncşemiyê ragihand, Elon Musk aniha xwedan pişk û parên herî mezin ê vê kompaniyê ye û vê dawiyê 41.39 miliyar dolar ku hema bêje dike nêzikî 38 miliyar Euro ji bo kirîna pişk û parên mayî yên ku xwediyê wan nîne, pêşniyaz kiriye.

Twitterê ragihand ku pêşniyaza Muskî wergirtiye û ew ê biryar bide ku gelo dewama çalakiya vê kompaniya medyayî wek kompaniyeke pişk û parên gelemperî li ser xêra xwedîpişkên wê ye an na.

Musk jî got: Pêşniyaz min a herî baş û herî dawî ye û eger neyê pejirandin, divê di cîgeha xwe wek xwedîpişkên vê kompaniyê venihêrînekê pêk bînim.

Wî got: Twitterê potensiyeke mezin heye. Ez ê wê yekê veguherînim pratîkê.

 

Elon Musk di nameya xwe bo Bret Taylor serokê Twitterê da nivîsiye: Min sermiyana xwe li Twitterê danî, ji ber ku baweriya min bi potensiyela wê ji bo veguherîna bo platformekê bo azadiya gotinê li seranserî cîhanê heye. Ez bawer im azadiya gotinê, pêwîstiyeke civakî ji bo demokrasiyeke kêrhatî ye.

 

Serepeyv