Nîsan 11, 2022 10:17 Asia/Tehran
  •  Lîsteya zanîngehên herî serketî: Şerîf û Emîr Kebîr di rêza 500 zanîngehên pêşîn da ne

Quacquarelli Symonds'ê (Rêzebendiya salane ya zanîngehên cîhanê) li ser zanîngehên herî serketî yên dinyayê lîsteya 2022’yan amade kiriye. Di nav 500’ên herî serketî de ji Tirkiyeyê û ji Herêma Kurdistanê tu zanîngeh nîn in, lê ji Îranê du zanîngehên Şerîf û Emîr Kebîr cih girtine.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ji seranserê dinyayê bi ser hezar û 500’î de zanîngeh hatine nirxandin. Ji aliyê “îtîbara akademîk, hejmara-asta fakulte/xwendekaran, ragihandina zanînê, asta-hejmara fakulteyên navneteweyî û xwendekarêne navneteweyî” ev zanîngeh hatine nirxandin. Di encamê de Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts”e (MIT) ku li Cambridge a DYA’yê ye bûye yekemîn. Piştî wê Zanîngeha Oksfordê di rêza duyemîn de cih girtiye. Her wiha zanîngeha Stanfordê jî di rêza sêyemîn de cih girtiye.

Di nav 10 zanîngehên herî serkekî yên pêşî de 5 ji DYA’yê, 4 ji Îngilistanê û yek jî ji Swisreyê cih girtiye. Ya ETH Zurich - Swiss Federal Institute of Technology di rêza 8’an de cih girtiye.

TIRKIYE NE DI NAV 500’Î DE YE

Ji Tirkiyeyê di nav 500’ên pêşî de zanîngeh tune ne. Zanîngeha Koçê ku li Stenbolê ye ketine nava rêza 511-520’î. Ji bilî wê ji Tirkiyeyê Zanîngeha Enqere, Zanîngeha Hacettepe (Ew jî li Enqereyê ye) û Zanîngeha Stenbolê kariye bikeve nava 1000’ên pêşîn ku di nav 701-1000’î de cih girtine.

Di nav 100’ên pêşîn de ji Koreya Başûr, Japonya, Kanada, Almanya çend zanîngeh hene.

ZANÎNGEHÊN ROJHILATA NAVÎN

Ji Rojhilata Navîn ji çend welatan hin zanîngeh ketine nava lîsteya 300’yên pêşîn. Ji wan a herî li herî pêş zanîngeheke ji Erebistana Siûdî: Zanîngeha Kral Ebdullah di rêza 109’ê de cih girtiye.

Zanîngeha Abu Dabî ya li Îmaratê jî di rêza 183’yan de û Zanîngeha Qeterê ya li Dohayê jî di rêza 224’an de cih girtiye. Zanîngha Amerîkan a li Beyrûda Lubnanê di rêza 242’yan de cih girtiye. Zanîngeha Kral Saûd a li Riyada Erebistana Siûdî di rêza 277’an de cih girtiye.

JI ÎRANÊ

Ji Îranê du zanîngeh ketine rêzên 500’ê pêşî. Ji wan Zanîngeha Senetî ya Şerîf ku li Tehranê ye di rêza 381’ê de cih girtiye û Zanîngeha Senetî ya "Emîr Kebîr" ku ew jî li Tehranê ye di rêza 465’î de cih girtiye.

Ji Amerîkaya Latîn, zanîngeha ji Şîlî Pontificia Universidad Catolica di rêza 135’an de cih girtiye.

Serepeyv