Nîsan 01, 2022 10:57 Asia/Tehran
  • Îdir - Qertelê ji peykê hat şopandin di nav 6 mehan da 20 hezar kîlometre rê çû

Li Îdirê teyrê ji cisnê "qertelê biçûk" ku amûra şopandinê pê va kiribûn ji ser peykê hat şopandin û di nav 6 mehan da ji 9 welatan derbas bû û 20 hezar kîlometre rê çû.

Komeleya Sirûşta Bakur û Navenda Lêkolîna Çûkan ya Arasê ku bi hev ra xebata lêkolîn û xelekkirinê dimeşînin amûra şopandinê bi teyrê ji cisnê "qertelên biçûk" a navê wan ê zanistî Hieraaetus pennatus e va kir.

Li Îdirê di 13ê Îlona 2021ê da danêra peykê ya 10 gramî bi qertel va kirin û ew berdan. Di encama şopandinê da hat dîtin ku qertel heman rojê ji Wanê derbasî Îranê bû û ji wir çû Hekariyê û li nêzî navçeya Derecikê jî derbasî alîyê Iraqê bû.

Qertelê 3 rojan li Iraqê ma di 17ê Îlona 2021ê da jî çû Erebistana Siûdî. Ew 7 rojan li wê derê ma û di 24ê Îlona 2021ê da jî çû Yemenê û di 28ê Îlonê da jî ji peravên Behra Sor derbasî Cîbûtiyê bû û ji wir jî derbasî Etiyopyayê bû.

Qertelê dihat şopandin bi qasî mehekê li wê derê ma û di 30yê Cotmehê da derbasî Kenyayê bû, di 31ê Cotmehê da derbasî Ugandayê bû û qasî 5 mehan li herêma Nakarapirpiritê ma.

Qertelê biçûk bi nêzbûna zivistanê ra ji nîvkûreya başûr ber bi ya bakur va dest bi koçê kir.

Tê payîn ku di nav 10 rojan da qertelê biçûk bê Îdirê hinekî li wê derê bisekine û paşê jî derbasî Rûsyayê bibe û li wê derê hêlîna xwe çêbike.

Serepeyv