Adar 21, 2022 10:11 Asia/Tehran
  •  Zanyaran kiloxek vedîtine ku dikare cûreyeke nû ya Basilosuruan be

Li gorî rapora Live Science'yê, Kiloxek bi diranên wekî kêrê li çolistana Ocucaje'yê ya Pêrûyê ji bin erdê derxistine û baweriya zanyaran ev e ku ev kilox dikare ayîdî cûreya nû û teba ya bal û kalên nehengên roja îro yên bi navê Basilosaurus be.

Basilosaurus tê wateya "Gumgumokê Paşa" ku nehengekî serdemên kevn e û derdora 40 miliyon salî beriya niha dijiyaye. Zanyar dibêjin ku Basilosaurus ji nehengên herî pêşîn ên tam avjî bûne, anku di nava avê da dijiyane.

Lêkolerên zanîngeha Neteweyî ya San Marcos'ê (UNMSM) li Lîmaa Pêrûyê ji Reutersê ra gotin ku dirêjahiya vê fosîlê çar fût (1.2 mitr) e û dikare ayîdî bûnewerekî bi dirêjahiya derdora 39 fûtî (12 mitr) be.

Navê vê bûnewerê hîn diyar nîne. carê zanyaran navê "Tebayê Ocucaje" lê kirine. Derdem ku şiroveya vê bûnewerê di kovareke zanistî ya nasyar da were weşandin, dê navek jê ra were diyarkirin.

Zanyar dibêjin ku çolistana Ocucaje'yê serdemekê binê oqyanûseke kevn bûye. Lêkoler dibêjin ev der tijî fosîline ye ku kevnatiya hinekên wan vedigere beriya 42 miliyon salî.

 

 

Serepeyv