Adar 20, 2022 08:35 Asia/Tehran
  • Jenek dikare pêşî li nexweşiya Parkinson'ê bigire

Lêkolerên zanîngeha Jenevê vê dawiyê jenek nas kiriye ku dikare pêşî li nexweşiya Parkinson'ê bigire.

Li gorî rapora ISNAyê, Nexweşiya Parkinson'ê kêşeyeke mejî ye ku li ser tevgerên kesê tûşbûyî bandor dike. Ev nexweşî derdora sedî 50 zêdetir ji jinan, tûşî mêran tê. Hokarên vê nexweşiyê jî pêkhateyek ji hokarên jenetîkî û jîngehî ye.

Ev kêşe pirranî bi jinavbirina noronên Dopamînerjîk tê diyarkirin. Ev kargehên biçûk ên navhucreyî, berpirsa berhemanîna enêrjiyê û çalakkirina mekanîsmên xwe-wêranker ên hucreyê di dema nexweşiyê da ne.

Vê dawiyê lêkolerên zanîngeha Jenevê (UNIGE) pêvajoya jinavçûna van noronên dopamînerjîk vekolandiye. Wan mûza sîrkeyê (Drosophila) wek moddela heywanî ya vê lêkolînê bi kar anîye.

Zanyar di vê lêkolînê da bi awayekî taybet li dû jena Fer2'yê bûn. Hemologa mirovî ya vê jenê, proteyînekê destnîşan dike ku gelek jenên din kontrol dike. Ji bilî vêya, zêdebûna vê jenê bi rêya mekanîzmên ku hîn bi başî nehatine naskirin, dibe sebeba tûşbûna mirovî bi nexweşiya Parkînsonê.

 

Serepeyv