Adar 18, 2022 22:14 Asia/Tehran
  • Hebên êşê yên rîska krîza dil zêde dikin

Dr. Grossman dibêje, dermanên ji îbûprofen dikarin bibin sedema nexweşiyên tansiyona bilind, nexweşiyên gurçikê û nexweşiya dil girantir bike, her wiha diare bibe sedema krîza dil û felçê.

Krîza dil rewşeke lezgîn a tibî pênase dike, dema xwîn bi têrkerî ber bi dil ve naherike, rû dide. Ev rewş jî bi giranî bi tîrbûna xwînê diqewime. Dermanên êşê ku gelek kes tercîh dike, pêwendiya xwe bi zêdekirina rîska krîza dil heye.

Dermanê ku pêwendiya xwe bi vê rîska bilind re heye îbûprofen e. Îbûprofen li dermanfiroş û firoşgehan bi hêsanî dikarin bêne peydakirin û ji bo tedawîkirina gelek êşan tê bikaranîn. Pisporek eşkere dike ku hebeke ewqasî biçûk çawa dikare bibe sedema pirsgirêkeke giran a tenduristiyê.

Îbûprofen bi rengê heb, kapsul, granul an jî şirûbê hene.

Ev dermanê êşê ji êşa piştê heta bi êşa diran ji bo gelek êşên cuda tê bikaranîn.

Îbûprofen ji cûreyekî dermanê yên nonsteroid antîînflamatûar, naproxen, sulidac, diclofenac û gelek cûreyên mîna wan e.

Li gorî Medline Plus, ev dermanên nonsteroid antiinflamatuar pêwendiya xwe bi bilindkirina rîska krîza dil û felçê re heye.

Portala tenduristiyê hişyariyê dide ku ev derman dikare bibe sedema mirinê.

Dîrektorê Navenda Pêşîgirtina li Nexweşiyên Reh û Dil UNSF'ê Dr. William Grossman mekanîzmaya li pişt vê rîskê eşkere kir.

Dr. Grossman got, "Dermanên ji îbûprofen ên mîna Advil, Motrin an jî Îbûprofen, dibin sedema ku hîpertansiyona heyî nebaş bibe yan jî bibe sedema rûdana tansiyona bilind a nû. Her wiha dikare bibe sedema nexweşiya li gurçikê (nefrotoksisite), nebaşbûna nexweşiya dil, her wiha dikare bibe sedema krîza dil yan jî felçbûnê."

Serepeyv