Adar 10, 2022 16:02 Asia/Tehran
  •  Leonardo DiCaprio 10 mîlyon dolar da Ukraynê

Lîstikvanê navdar Leonardo DiCaprio ji bo piştgiriya Ukraynê devê kîsê vekir û pereyeke gelek mezin şand. Tam bi temamî 10 mîlyon dolar.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ji roja 24’ê Reşemiyê ve şerê Rusya û Ukraynê didome. Heta niha gelek kesên navdar ji bo alîkariya mexdûrên şêr alîkarî şandin lê niha ya herî mezin ji DiCaprio hat.

DiCaprio ku bi eslê xwe ji Ukraynê ye tam 10 mîlyon dolar diyarî vî welatî kir. Li gor nûçeya di The Independentê de pîra wî ji Odessayê ye. Nûçe dibêje pîra wî di sala 1917’an de ji Ukraynê koçî Almanyayê kiriye, li vê derê jî diya wî hatiye dinê.

Fona Visegrad a Navneteweyî ragihand ku DiCaprio 10 mîlyon dolar bexşandiye.

LÎSTIKVANÊN DIN JÎ ALÎKARÎ DABÛN: Ji lîstikvanên Hollywoodê Ashton Kutcher, Mila Kunis jî ji bo mexdûrên Ukraynê alîkarî dabûn. Lîstikvana amerîkî Mila Kunis ku bi eslê xwe ji Ukraynê ye ligel mêrê xwe Ashton Kutcher 3 mîlyon dolar diyarî ûkraynayiyan kiribûn.

Lîstikvanên Hollywoodê Ryan Reynolds û Blake Lively ku jin û mêrên hev in alîkariyeke mezin ji bo Ukraynê dabûn hev.

 

Serepeyv