Adar 01, 2022 16:07 Asia/Tehran
  •  Baş e bizanî: Li Rihayê yekem Festîvala Kevokan hat lidarxistin

Li parêzgeha Rihayê ya Tirkiyê roja 27ê Sibatê Yekemîn Pêşbirkeya Kevoka Xweşik a Navnetewî hat sazkirin. Ji gelek welatan bi hezaran kevok beşdarî vê pêşbirkeyê bûne û li vê qadê amade ne. Her kesî kevokên xwe di nav qefesan de anîne salona pêşbirkeyê. Xwediyên wan jî bi kelecan in.

Zeynel Abidin Beyazgul, Serokê Şaredariya Rihayê, dibêje, “Ji berê de xelkê Rihayê kevokê wek ferdekî malbata xwe dibîne. Em niha festîvaleke kevokan, pêşbirkeya kevoka xweşik saz dikin. Kevoka herî xweşik dê were xelatkirin û ji 81 bajarên Tirkiye û 8 welatan xelk beşdarî vê festîvalê dibin.”

Ev kevokên ku yek ji yekê xweşiktir e li bendê ne derkevin ser dikê, wê bejn û bala xwe nîşanî temaşevan û desteya hilbijêran bidin. Piştî ku hemû derketin ser dikê wê desteya navborî yekê ji nav wan wek Şahciwana Kevokan hilbijêre. Ewa ku bibe yekem dê were xelat kirin.

 

Abut Demirkan, Serokî Komeleya Heskiriyên Kevokan, diyar kir, “Niha dema em li kevokên xwe yên berê û niha dinêrin di navbera wan de ferqek mezin heye. Ji berê gelekî xweşiktir in û di serî, bejn, dev, çav û şiklê wan de guhertin çêbûne.”

Ji welatên Almanya, Belçîka, Hollanda, Dubai, Lubnan, Suriye, Qeter û Tirkiye bi giştî 2 hezar kevok beşdarî vê pêşbirkeyê bûne. Li hemû cîhanê kevok wek sembola aştiyê tê dîtin, di dawiya pêşbirkeyê de komîteya amadekar û welatiyan 200 kevok bo aştiyê firandin.

Serepeyv