Sibat 13, 2022 17:22 Asia/Tehran
  •  Sêva Mêxekrêj: Diyariya ku temenê wê zêdetir ji temenê evîndaran e!

Xelatkirina Sêva Mêxekkirî anku Sêva Mêxekrêj ji mêj va ye li nav beşeke civaka kurdan wek semboleke evîndariyê i warê Kurdewariyê da dihatiye naskirin.

Tê gotin xelatkirina vê sêvê wek kevneşopiyekê herî zêde li Herêma Mukriyanê û navçeya Silêmaniyê berbelav bûye; Lê bi derbasbûna demê ra, wek çandeke berbelav li herêmên din ên kurdnişîn jî tê naskirin. Bi taybet van salên dawiyê car caran diqewime ku civînên taybetî çêkirina Sêva Mêxekrêj li bajarên wekî Stenbol û Amedê pêk tên û keç û xortên cewan piştî çêkirina Sêva Mêxekrêj, wê xelatî dildar û dilberê xwe dikin.

Sêva Mêxekrêj wek diyariyeke binirx û hêja bi salan dimîne û bêhna xweş a mêxekên lisêvêkutayî herdem li hawîrdor belav dibe; Bi taybet eger piçekî weke şilkirin, ev bêhn hîn zêdetir belav dibe. Mayîna vê sêvê carinan ji temenê mirov jî wêdatir diçe.

Di cîhana ku her sal çand û deb û rismên biyanî û nenas derbasî nav gelên din dibin û li ser wan tê sepandin da, gelek ji çalak û hezkiriyên çand û kevneşopiyên resen ên kurdewarî hewil didin, vê kevneşopiya xwemalî biparêzin û zêdetir bidin nasandin.

 

  

 

Serepeyv