Çile 22, 2022 13:08 Asia/Tehran
  •  Şikefta Qeşayê ya Bazîdê li berpalê  Agiriya Piçûk

Bazîd ne tenê nav û dengek ji kûrahiya dîrok û wêjeya kurdan e, ew her wiha xwediyê gelek xweşikî û pêkhatinên xwezayê ye jî.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê ji zarê Yenî Ozgur Polîtîkayê, 'Melîk AYKOÇ' nivîsiye: Dibe ku vê taybetiya wê jî stûna wêjeya me Ehmedê Xanî vexwendibe ser axa xwe. Çiyayê Agirî û mîtolojiya mirovahiyê, Çala Meteorîtê û nifira “Topa xwedê li te keto!” Hespê Gola Sîtilan, Qesra Îshak Paşa, rêya dîrokî ya hevirmêşê, rêya Xaldiyan û Şikefta Qeşayê. Bêguman zozanên bê ser û bin, avên bijûn, germikên êşa bawiyan û tendûristiyê jî, xeml û xweşikahiya heremê ye. Ji bilindahiyên wê deng û awazên dengbêjiya bi nav û dengê Evdalê Zeynikê razê jiyaneke çîrokî li giyana mirovan bar dike. Û li benda xwediyê xwe ye. Em îro jî li wê xakê hinekî bi mijara “Şikefta Qeşayê” dakevin.

 

Ev şikefta qeşayê bi qasê 3 km li bakurrojhilatê gundê Xelacê, li berpalê  Agiriya Piçûk e. Pê derê wê wekî daketineke tektonîk xuya dike, Piştî erd 10 metre daketiye ev şikeft jî derketiye rûyê erdê. Bes lêkolîneke zanistî li ser nehatiye kirin. Ji wê, baş nayê zanîn, ka ev jî bi lêdana meteorîtê derketiye, yan jî piştî erdhejekê wek daketineke tektonîk pêk hatiye. Ji ber ku li hawirdor çîyayên volkanîk tunêlên lavayê hene, gelek caran xweber daketin jî pêk tê. Lê hin pisporên ew çalahiya devê şikeftê vekirine, dîtine, vê jî wek lêdana meteorîtê destnîşan dikin. Ev bi qasê 8 ta 9 km li bakurrojavayê Çala Meteorîtê ye. Ji wê, dibe ku parçeyê meteorîtê jî li vir dabe.

 

Anegorî agahiyên berdest, ev şikeft 10 metre di bin axê de ye. Bi qasî 100 metreyan dirêj e, 50 metreyan fireh e û 8 metreyan jî bilind e. Heger mirov kevir û zinarên bazalt û lava yên di hundir û paşiya şikeftê de jê derxe, dibe ku di dawiya wê de tunêlên lavayê derkevin. Anegorî daneyan, ew û Çala Meteorîtê li ser heman tunêla lavayê ne. Heger li ser were xebitandin û dawiya wê were vekirin, dibe ku tunêla lava ya bi kîlometreyan jî derkeve holê. Pispor bawer dikin ku li her aliyên Çiyayê Agiriya Mezin jî ev tunêlên lavayê hene, bes, nehatine kolan, yan jî li wir daketinên tektonîk pêk nehatine, lema cihên wan nayê zanîn.

Havînan dema her der germ dibe, aveke zelal a di bin zinarên Agiriya Piçûk re tê, dadiwerive ser wan zinarên di şikeftê de, hewa sar a ji kûrahiya şikeftê û ji hin qelîştekên paşiya şikeftê tê, wê ava li ser zinaran dicemidîne û dike qeşa. Di bingehê xwe de hewaya ji kûrahiya tunêlên lavayê tên, gaz in, zirarê dide zindiyan, lê ew hewa û ba bayekî bijûn e, ne hewaya gaz û rêbaya kîmyewî ye ku zirarê bide. Bi hatin û di nava şikeftê de gerîna wê rêbayê, hundir sar dike, dike weke sarincê. Yanê pergala sarkirina wê wisa didome. Zivistanan jî hundirê şikeftê ji der pir pir germtir e. Gundî havînan qatix û tiştên divê sar werin girtin tînin datînin vira. Yanê erkê qeşaxaneya gund wergirtiye.

Havînan taybetiyeke din a vê şikefta bi raz heye. Dema tîrêjên rojê yên di nava zinaran re li av û qeşa şikeftê dide, wêneyên gelek taybet diteyîsîne. Mirov wer zen dike ku kulîlkên qeşayê yan jî çisnek çivîkên taybet li vir niştine. Heta li der û dorê yên ji vanan re “ferîşteyên şikefta qeşayê” dibêjin jî hene. Ev taybetiya wê jî, mirovan heyranî xwe dike, û diheyirîne jî, ji wê, her sal bi sedan, heta carnan jî bi hezaran kes tên ziyareta vê şikeftê.

Bi salan e. gundîyên Xelacê bi tevê gundên derûdor û rayedarên herêmê ji bo çêkirin û asfalkirina rêya wê serî li saziyên dewleta Tirkiyê didin. Di hemû rojnameyên wan de jî ev nûçe û giringîya tûrîzmê hatin weşandin, lê rêya wê hê jî çênekirine. Gundiyan bi xwe ji xaçerêya hetanî nêzîkê Şikefta Qeşayê, hin kevir hilçinîne, wekî şiverêyekê, yan jî ji bo navgînên bejahiyê vekirine. Tev de ew e.

 

Serepeyv