Çile 17, 2022 12:24 Asia/Tehran
  • Wêne - Girava Axtamarê bi barîna berfê spîçîl bû

Girava Axtamarê û dêra lê ya ku her sal ji hêla bi hezaran turîstên xwemalî û biyanî tê ziyaretkirin, bi kirasê xwe yê spîçîl va bû yek ji pêgehên sereke yên ziyaretvanan.

Li gorî nûçeya ajansa Anatoliyê, Girava Axtamarê ya li navçeya Gewaşê ya ku biharê bi darên xwe yên behîvan ên kulîlkvedayî, havînê bi dîmena xwe ya newaze ya digel hêşînahiya Gola Wanê va ziyaretvanan hejmetkar dihêle, zivistanê jî her wekî bûkaniya spîçîl li xwe dike û dîmeneke nedîtî derdixe holê.

Turîstên xwemalî û biyanî yên tên ber îskeleyên li navçeyên Gewaş û Edremîtê, li wir li tekneyan siwar dibin û bi rêwîtiyeke bi qasî nîv saetî va xwe digihînin giravê.

Piştî barîna berfê ya ku li bajêr du rojan dewam kir, ziyaretvanên çûn herêmê, çûn ziyareta giravê û berhemên dîrokî yên li wir û her wiha wêne kişandin.

Girava ku yek ji ciyên sereke yên geştiyariya bajêr e, sala 2021ê ji hêla 134 hezar û 570 kesî va hat ziyaretkirin.

 

 

Serepeyv