Kanûn 18, 2021 14:10 Asia/Tehran
  • Li Erdexanê: Ji ber hişkahiyê ava Gola Axtaşê kêm bû

Li Gola Axtaşê ya di navbera Tirkiye û Gurcistanê da ye û ji pelîkanan ra malxweyîtiyê dike ji ber hişkahiyê av kêm bû.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya ajansa Anatoliyê, Ji ber hişkahiyê baran kêm barî û li Gola Axtaşê ya 47 kîlomêtro dûrî navenda Erdexanê jî av kêm bû.

Ava Gola Axtaşê ya ji pelîkan, pelîkanên bikumik û gelek çivîkan ra malxweyîtiyê dike îsal ji ber kêmasiya baranê 10 mêtro vekişiya.

Pelîkan, pelîkanên bikumik û gelek çivîkan li golê hêlînên xwe çêdikirin bi tabyetî li aliyê Kenarbela gundê Çildirê av gelekî vekişiya.

Doç. Dr. Serkan Kukrerê Serokê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Edebiyat û Zanistên Însanî ya Zanîngeha Erdaxanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got texmîn dikirin ku ava golê ew ê kêm bibe.

Kukrer destnîşan kir ku hewzeya Gola Axtaşê gelekî fireh e bi piranî ava çem û kaniyan tê golê û wiha axivî:

"Kêmbûna ava golan em li tevahiyê welêt dibînin. Sedema vê guherîna avûhewayê ye. Bi piranî ava çem û kaniyan dikişe Gola Axtaşê. Dema baran kêm dibe ava dikişe golê jî kêm dibe. Dema baran kêm dibe ava tê golê jî kêm dibe. Dema av kêm dibe jî ji ber germahiyê wekî hilmê dikişe diçe û mixabin ava golê kêm dibe."

Kukrer destnîşan kir ku Gola Axtaşê li hermeke girtî ye û zêde di tesîra hişkahiyê da dimîne.

Serepeyv