Kanûn 15, 2021 15:14 Asia/Tehran
  •  Çîroka serkeftinê: Kurdekî bi mobayla xwe 3 pirtûk nivîsandin

Li gundê Hesenpaşa yê ser bi Milazgira parêzgeha Mûşê ya Tirkiyê ve çîrokeke serkeftinê heye. Li vî gundî, înşaatvanê Kurd Ebdullah Yavûz bi telefona xwe ya destan, du jê helbest yek jî roman sê pirtûk nivîsîne û çap kirine. Ebdullah Yavûz derçûyê dibistana navîn e. Înşaatvan û cotkar e tu astengiyên jiyanê li pêşîya pênûsa wî nebûne astengî.

Ewî pirtukek helbestan ya nû jî dîsa li ser telefona xwe nivîsiye û ew pirtûka wî jî li ber çapê ye.Heta niha zêdetirî 30 helbestên wî jî ji alîyê hunermend û stranbêjên Kurd ve hatine bestekirin û stranên wî gîhîştine guhên bi milyonan kesan.

 

 

Li gorî nûçeya Rûdawê, Di pêşa Çiyayê Lelê de bi ser Milazgira Mûşê ve gundê Hesenpaşa ye ev der. Li hember gund çîyayê Qertewînê bi bejn û bala xwe ya zivistanî endam dide nîşan. Ew deşta xûya jî deşta Duavanê ye. Çemê Muradê û Çemê Kesûkê di bin etegên Qertewînê de dest didin hev û diherikin. Ji ber ku du av bi hev re di deştê de dikişin jî navê deştê bûye Duavan.

Di temaşeya vî xwezaya bêhempa de şêniyê gund Ebdullah Yavuz jî bi kurê xwe Delîl re karên xwe yên rojane pêk tînin. Piştî ku karên wî xilas dibin li ber sobê û bi hevalbendîya çaya germ ji bo guhdarîkirina helbestên wî ji ciwanên gund civatek ava dibe.

Ebdullah Yavûz înşaatvanek Kurd e û derçûnê dibistana navîn e, ew salane herî kêm 7 mehên xwe li metropolên Tirkiyê di kar û barên avahîsazîyê de xerc dike û debara malbata xwe jî bi wî awayî pêk tîne. Tevî hemû gengeşî û pirsgirêkên jîyanê ewî heta niha bi mobila xwe dudu jê helbest yek jî roman sê pirtûk nivisîne. Bi vî halî çîroka wî çîrokek ji xwezaya serhedê û çîroka serkeftinê ye.

Ebdullah Yavûz ji Rûdawê re behsa serpêhatiya xwe dike û dibêje, “Piştî dibistana navîn me di mektebên tirk de dixwend me bi zimanê tirkî perwerdê dît. Piştî ku temenê min pêşket me nirxên Kurdan nas kir. Hunermendê wek Şivan Perwer wek homerosê Kurd yanî cara ewil dema dengê şivan ket guhên min ez bi xwe hesîyam ku ez Kurd im û ziman û çandek min heye. Min bihêst û ramanên xwe bi awayek edebî hûna û jê pirtûk çêkir lê bi derfetên kêm.”

Li gel zor û zehmetiyên jîyanê ev berhemdarîya wî ji alîyê xwînerên Kurd ve rastî eleqeyek gelek mezin hatîye. Heta niha zêdetirî 30 helbestên wî jî ji alîyên hunermend û stranbêjên Kurd ve hatine bestekirin û gîhiştine gohên bi milyonan Kurdan.

Ebdullah Yavûz li ser helbestên xwe dibêje,  “Helbestvaniya min ne wek helbestvanîya helbestvanekî ku jîyana wî aram û rehet e. Bi rastî tu dizanî bi gotinan hin tişt nayên ziman divê merif bijî. Ê me jîyana me hemû êş û derd in. Li ser kar û barên înşaatê jî tedî hin tişt dikevin bîra min pênûs û lênûska min di berîka min da ye yan jî telefona min min nîşe digirt piştra êvarê dihatim li ser dixebitîm û ji wir helbestek çêdibû. Carna jî di kolanê de dimeşîyam rastî zarokek feqîr bihatama ji ber ku rewşa me Kurdan wisa bû, heke ku solên wî qelişîbana yan jî cilên wî kevinbana dile min dişewitîn ez dikaribûm bigirîyama ew jî dibû helbestek.”

Kes û karen wî yên wêjehez jî bi serkeftina wî şanaz in û berdewamîya xebatên wî yên nû dikin.

Nermîn Yavûz, hevjîna Ebdullah dibêje, “Kitêbên ku ew dinivîse heke yeke din di şertên wî da ba nikaribû binivîsîya. Çimkî hem dixebitî hem jî dinivîsî. Komputera wî tunebû. Rebeno bi têlefûnê dinivîsî. Kesek tenê ye xebatkarên wî tunebûn malbata wî jî qelebalix bû ewî li wan dinêrî hem dinivîsî hem jî dixwend.”

Erhan Gezener, cîranê Ebdullah Yavûz jî diyar dike, “Em tên dîwana wî kitêbên xwe vedike helbestan dixîne em lê guhdar dikin em pir kêfxweş dibin. Dema me li cem wî pir xweş derbas dibe. Cimeeta wî her daîm çêdibe merifek başe jî.” 

Ebdullah Yavûz bê rawestan dixwîne û dinivîsîne. Ewî  dîsa li ser telefona xwe nivîsandina pirtûka xwe ya çaremîn ya helbestan jî xilaskirî ye ew pirtûka wî jî anha li benda çapê ye.

Serepeyv