6 cûreyên xurmeya Îranê bi awayê cîhanî hatin tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i330426-6_cûreyên_xurmeya_Îranê_bi_awayê_cîhanî_hatin_tomarkirin
Rêveberrê giştî yê Piştevaniya ji Xwedîtiyên pîşeyî yên Wezareta Senet, kan û ticaretê ya Îranê got: Bi tomarkirina du cûreyên xurmeyê li parêzgeha Bûşêhrê (başûrê Îranê) anku Kebkab û Zhidiya zêrîn, hejmara xurmeyên Îranê ku bi awayê cîhanî hatine tomarkirin, gihîşte 6 cûreyî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2021 08:27 Asia/Tehran
  • 6 cûreyên xurmeya Îranê bi awayê cîhanî hatin tomarkirin

Rêveberrê giştî yê Piştevaniya ji Xwedîtiyên pîşeyî yên Wezareta Senet, kan û ticaretê ya Îranê got: Bi tomarkirina du cûreyên xurmeyê li parêzgeha Bûşêhrê (başûrê Îranê) anku Kebkab û Zhidiya zêrîn, hejmara xurmeyên Îranê ku bi awayê cîhanî hatine tomarkirin, gihîşte 6 cûreyî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Mehdî Mîrsalihî, Rêveberrê giştî yê Piştevaniya ji Xwedîtiyên pîşeyî yên Wezareta Senet, kan û ticaretê ya Îranê her wiha got: Li ser vê esasê 6 cûreyên xurmeya Îranê pêkhatî ji Kebkab, Zahidiya zêrîn a Bûşêhrê, Ste'imerana Xûzistanê, Piyarima Hacî Avaya Hormuzganê, Rebbiya Sîsstan û Belûçistan û Muzafetiya Bema Kirmanê bi awayê cîhanî hatine tomarkirin.

Mîrsalihî bi gotina vêya ku berhemên ku di Rêxistina cîhanî ya Xwedîtiya Fikrî da tên tomarkirin, pêkhatî ji berhemên stratejîk û derfirotinê ne, got: Aniha 55 berhemên Îranê di vê rêxistinê da hatine tomarkirin.