Mijdar 30, 2021 20:21 Asia/Tehran
  • NASA: Gerstêrokek ji Birca Eiffelê mezintir dê di nav 11 rojan de ji nêzikî Erdê derbas bibe

NASAyê hişyarî da ku Gerstêroka(seyroka biçûk) "potansiyel bi taluke" heye û ew ji Birca Eiffelê mezintir wê di 11ê Kanûnê de nêzî Erdê bibe.

Rojnameya Brîtanî ya Daily Express ragihand, ew gerstêrok bi navê Nereus 4660 hatiye binavkiri û 330 metre dirêj e û bi leza 6,5 ​​kîlometre di çirkeyê(Saniyê) de nêzîkî erdê dibe.

Her çend gerstêrok(asteroîd) 3,840,000 kîlometre dûrî gerstêrka me dimeşe, dîsa jî ji hêla NASA ve ew wekî kefireke esmanî yê xeternak tê hesibandin.

Li gor pîvanên NASAyê, gersêrokek ku ji 150 metreyî mezintir bibe û 7 milyon û 300 hezar kîlomêtrî dûrî erdê bimeşe, wek potansiyel xeternak tê destnîşankirin.

Di 11ê Kanûnê de Nereus dê bi qasî 10 carî dûrahiya Heyvê ji Erdê dûr bibe.

Hat ragihandin ku gerstêrok(asteroîd) dê di dehsalên pêş de çend carên din jî ji nêzê erdê re derbas bibe û derbasbûna wê di sala 2060 de ji her demê zêdetir nêzîktir û dê ji dûrahiya 1.2 mîlyon kîlometre dûrî Erdê derbas bibe.

Serepeyv