Mijdar 11, 2021 11:38 Asia/Tehran
  • UNESCO'yê navê Kirmaşanê danî nav lîsteya Bajarên Afirînerê Xwarekê li cîhanê

Ofîsa UNESCO'yê li Parîsê roja Duşemiyê, 9ê Mijdara 2021ê, navê 49 bajarên cîhanê wek bajarên afirînerê xwarekê bijart û navê Kirmaşanê jî wek tenha bajarê Îranê danî nav vê lîsteyê.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêxistina çandî, perwerdehî û civakî ya UNESCO'yê ku sekreterxaneya wê li 198 welatan heye, ji sala 2003an va bajarên ku di warê pîşeyên destî, mşzîk, xwarek û her wekî din da xwedan feraset bin, wek bajarêl xafirîner dide nasandin.

Parêzzgeha Kirmaşanê bi derdora 80 cûre xwarekan, 11 cûre nan û 20 cûre şîranî û xwarinên pêreyî û sivik, xwedanê gelek derfetan di warê xwarekê da ye.

Xwarekên wekî Rûnê Kirmaşanî, Nanê Birincî, Kak, Pêxura Xelal û Dende-Kebab ji xwarekên Kirmaşanê ne.

Serperestê Şaredariya Kirmaşanê di vî warî da got: Cihê kêfxweşiyê ye ku roja Duşemiyê Kirmaşan wek sî û heftemîn bajarê afirînerê xwarekê li cîhanê û dozdehemîn bajarê afirînerê xwarekê li Asyayê hat nasandin.

Emîr Rehîmî derbarê sûdên vê bijartinê got: Bijartina Kirmaşanê wek bajarê afirînerê xwarekê dê bibe sebeba pêşketina geştyariyê li Kirmaşanê û tevahiya parêzgehê.

 

 

Serepeyv