Mijdar 03, 2021 09:35 Asia/Tehran
  • Sê hezar û pênc sewd miliyar ton cemed li Girava Grînlendê heliya

Lêkolînên nû nîşan didin ku ji ber guherîna keşûhewa, sê hezar û pênc sed miliyar ton cemed di heyama 10 salên borî da li Girava Girînlendê heliyaye.

Li gorî lêkolînên nû li Brîtanyayê, heliyana cemedan di 10 salên borî da li Girava Girînlendê asta ava deryayan li cîhanê bi qasî 1 cm aniye jor.

Vê rewşê xetera rabûna leşhiyê li cîhanê zêde kiriye.

Eger guherîna keşûhewa bi vî awayî bidome, asta ava deryayan heta dawiya vê sedsalê dê bi qasî 23 cm were jor.

Eger hemî cemedên Grînlendê bihelin, dê asta ava deryayan şeş mitran hilkişe jor.

Hilkişiyana asta ava deryayan dê bibe sebeb ku peravên gelek ji welatan bikevin bin avê.

 

Serepeyv