Cotmeh 26, 2021 09:35 Asia/Tehran
  • Îrana Îro; Kilîseya Stêpanosê Pîroz

Kilîseya Stêpanosê pîroz li 16 kîlomitriya rojavayê bajarê Culfayê û 890 mitir bilindtir ji asta deryayê li naavçeya Dereşamê li bakurê rojavayê Îranê ye.

Navê Kilîseya Stêpanosê pîroz wek bîranîna yekemîn şehîdê mesîhiyetê yanî Stêpanosê pîroz hatiye bikaranîn. Ew di sedsala yekem a mîladî da ketiye ber xezeba dijberên xwe û kevir ên hatine barandin û şehîd bûye.

Derbarê dîroka çêkirina vê binayê gelek gotin hene. Hin dîroknivîsên ermenî dibêjin ku ev kilîse ji aliyê yek ji 12 Heweariyonên hezretê Îsa bi navê Bartelmosê pîroz di sedsala yekem a mîladî da hatiye avakirin.

 

 

Serepeyv