Îrana îro; Hilberîna Xurmeyê li şaristana Abadanê ya başûrê rojavayê Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i328784-Îrana_îro_hilberîna_xurmeyê_li_şaristana_abadanê_ya_başûrê_rojavayê_Îranê
Gundê Şelheya Îmam Hesen Eskerî (S) gundekî xweşik di 13 kîlomitriya şaristana Abadanê ye û ji ber nêzikiya li çemê Ervendrûdê xwedanê baştirîn Rotebên (xurme) navçeyê ye.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Îlon 11, 2021 07:05 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Hilberîna Xurmeyê li şaristana Abadanê ya başûrê rojavayê Îranê

Gundê Şelheya Îmam Hesen Eskerî (S) gundekî xweşik di 13 kîlomitriya şaristana Abadanê ye û ji ber nêzikiya li çemê Ervendrûdê xwedanê baştirîn Rotebên (xurme) navçeyê ye.

Roteb heman xurme ye, lê ev du hinekî ciyawaz in. Destpêkê kulîlkên dara Xurmeyê ya mê dibin mêweyeke kesk û req û bi hestî ku jê ra Çaqalî tê gotin.

Di qonaxa din da Çaqalî renge zer an sor bibin ku jê ra Xurmeya Xarek tê gotin.

Tîna sojer a van navçeyan piştî heyamekê rengê Xarekê tarîtir dike û hinekî nermtir dibe û wî çaxî jê ra Roteb tê gotin.

Mêweyên hin Nexlan (darên xurmeyê) dema Roteb in tên hilberandin. Wekî Roteba Mozafetî û Kebkab (zêrîn). Lê hinekên din divê 20 rojan zêdetir li ber tîna tavê û li ser darê bimînin heta ku nîv-hişk bibin û bibin Xurme; Wekî Xurmeya nîv-hişk a Zahidî û Piyaremê.