Îrana îro; Li bin darên Findiqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i328605-Îrana_îro_li_bin_darên_findiqê
Parêzgeha Qezvînê piştî Gîlanê duyemîn berhemênera findiqê li Îranê ye û li zêdetirî 70 gundên navçeya Rûdbara Elemûtê derdroa 16 hezar darên findiqê hene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 01, 2021 05:35 Asia/Tehran
  • Îrana îro; Li bin darên Findiqê

Parêzgeha Qezvînê piştî Gîlanê duyemîn berhemênera findiqê li Îranê ye û li zêdetirî 70 gundên navçeya Rûdbara Elemûtê derdroa 16 hezar darên findiqê hene.

Merasima hilberîna Findiqê her sal di Îlonê da tê lidarxistin. Li gundên Telatir, Feşek, Reşkîn, Pirrûd, Perçkûh, Hîr, Qestîn, Conîk, Yarûd, Ezsgenîn, Sifîdab û Zevardeştê li Elemtê herî zêde findiq tê hilberandin.

 

Di salên raborî da cejna Findiqçînê (Hilberandina Findiqê) ji bernameyên bicoş ên şêniyên navçeyê bû. Pêşkêşkirina mûzîka folklorîk, Lafendbazî, agirdanan, lîstikên xwecihî û pêşangeha berhemên xwecihî bi vê boneyê dihatin birêvebirin.