Tebax 08, 2021 23:57 Asia/Tehran
  • Endezyarekî Brîtanî berî 30 salî yekem malpera înternetê danî

Dibe ku kesên di torên înternetê de, di Google-ê de li tiştekî digerin, yan di Facebookê de postekê diweşînin, yan jî bi rêya Amazonê tiştekî dikirin, qet navê (Tim Berners) nebihîstibin. Lê wan kesan nedikarîn wan tiştan bikin, heke Tim Berners tora berfireh a cîhanî danemezranda.

30 sal di ser damezrandina yekem malpera cîhanê re derbas dibin. Ev malper ji hêla endezyarekî ciwan ê Brîtanî ve hat damezrandin ku wê demê ji Navenda Lêkolînên Atomî ya Ewropayê re dixebitî.

Tim Berners ji sala 1989an ve mijûlî lêkolînê bû li ser wê yekê ka çawa çêdibe mijar û naverokên dijîtal bi rêya programeke kompûterê li cihekî werin danîn û şêwaza grafîkê li xwe bigirin, bi awayekî pêkan be te her demekê xwest tu bikarî wan di bin çavan re derbas bikî û li wan temaşe bikî.

Di 12ê Adara 1989an de, Tim pêşniyarên xwe belav kirin û ev bû destpêka şoreşeke mezin a dijîtal ku wateya wê yekê guherand ku çawa ji niha bi şûn de zanyarî tên hevbeşkirin yan xelk çawa kelûpelan dikirin.

Damezrînerê Tora Înternetê li Cîhanê Tim Berners di hevpeyvîneke sala 2019an de dibêje "Ev pirsên sereke û dijwar in. Çarenivîsa cîhana nû û beşeke zêde ya civaka niha bi wê yekê tê destnîşankirin ka torên civakî çawa dixebitin û karvedana wan çawa ye. Ev diyarde nû ye. Ji bo vê yekê jî ti yasa û zagonek nîne ku berî 100 salî hatibe nivîsîn. Lewra jî me bi awayekî ji awayan ew yasa û qanûn danîn ku divê çawa her kesek berpirsiyariyê hevpar bike".

Di roja 6ê Tebaxa sala 1991ê de, Tim Berners yekem malpera elektronî ji Navenda Lêkolînên Atomî ya Ewropayê re damezrand. Lê vêga 1.8 milyar malper li cîhanê hene.

Di dema damezrandina yekem malpera cîhanê de, Tim Berners red kir programa ku danî bi pereyan bifiroşe û belaş danî ber destê her kesî. Vê yekê jî rê xweş kir ji bo ku endezyarên din ên kompûterê karên wî geş bikin û lewra jî ev hemî pêşketina îro di vî warî de pêk hatiye.

"Bînin ber çavên xwe, hemî zanyarî di wan kompûteran de hatine danîn ku li her cihî pêk ve hatine girêdan. Herwiha lê bifikirin ku ez li ser kompûtera xwe programekê binivîsim ku cihekî destnîşan bike û ez di wî cihî de her tiştî pêk ve girê bidim".

Ev ew raman e ku Tim Berners-Lee, berî 30 salî derxist holê li Navenda Lêkolînên Atomî ya Ewropayê ku wek CERN tê nasîn.

Wan heyaman CERN, mezintirîn taqîgeha zanistî ya fîzyayê li cîhanê bû. Bi kesên elît û xwedî hizirên afirîner mişt bû.

Tim Berners, li wê yekê difikirî ku, hemû kompûterên navenda wan tijî agahî ne, lê çawa pêkan e gişkan bi hev ve girê bide daku zanyarî bikarin li ser kompûteran hevpar bin.

Rabû bernameyeke kompûterê nivîsî û navê wê kir (Tora Berfireh a Cîhanê - World Wide Web) ku bû hîmê yekem malpera cîhanê. 3 tîpên w (www…) ji wî navî hatine wergirtin. Di esas de, damezrandina malperê ji bo wê yekê bû ku zanyarî bi şêwaza otomatîk di navbera kompûterên cuda de werin hevparkirin.

Serepeyv