Tîrmeh 30, 2021 10:45 Asia/Tehran
  • Çi têkiliyek di navbera asta kêm a Plaketa xwînê û Koronayê heye?

Plaket komeke selûlên xwînê ne ku roleke wan a girîng di lihevgirêdan û pêşîlêgirtin li dewama rijîna xwînê heye.

Hejmareke zêde ya plaketan di xwînê da heye, lê gelek hokar diyar dikin ku qasa plaketa xwînê divê di çi astekê da be.

Cûreyên şêrpence (kanser), kêmxwîbûn, nexweşiyên xwe-ewleh, înfeksiyonên vîrûsî û bikaranîna hin dermanan dikarin asta plaketa xwînê bi awayekî xeternak kêm bikin.

Ji nîşaneyên kêmbûna plaketa xwînê em dikarin amaje bi babetine weke serêş, lawazî an westiyan, reşûşînbûna çerm û rijîna nişkêvayî û giran a xwînê bikin.

Lêkolînên pêkhatî her wiha nîşan didin ku têkiliyek navbera plaketa xwînê û Koronayê heye. Di nexweşên tûşbûyî bi Koronayê da hejmara plaketên negihîştî zêde dibe û renge bibe sebeba pêkhatina deleme anku guvîna (lexteya) xwînê li cihên cûrbicûr ên leşî.

Her wiha wer xuya dike ku kêmbûna zêde ya plaketên xwînê û Koronayê têkiliyeke rasterast bi hev ra hebin.

 

Werger û amadekirin:

*Berat Qewîendam

 

Serepeyv