Tîrmeh 14, 2021 14:14 Asia/Tehran
  • Şikeftên Hunameya Şîrwanê; Mîraseke kevn a li ber jinavçûnê

Şikeftên destçêkirî yên Hunameyê li bakurê bajarê Şîrwanê li parêzgeha Xorasana Bakur in.

Li gorî rapora IRNAyê, Şikeftên destçêkirî yên Hunameyê li nav deşta Sêvikan (Sêvikanlû) û di zinarên derdora gundê Hunameyê li şaristana Şîrwanê ya Xorasana Bakur in. Dîroka van şikeftan vedigere sedsalên destpêkê yên îslamê.

Ev şikeft do sê qatên li ser hev li nav zinarekî başûrê gundê Hunameyê li gundewarê Sêvikan di 18 kîlomitriya bakurê Şaristana Şîrwanê ne. Li gorî tîkeyên cerên axînî yên bidesthatî ev şikeft di sedsalên 4-5 (koça heyvî) hatine çêkirin.

Ev şûnwar 14 salan beriya niha bi hejmara 22214  wek şûnwareke neteweyî li Îranê hatiye tomarkirin. Mînakên vê mîmariyê li başûrê Îranê ji wan li şikefta Xerbesa Girava Qişmê û gundê Mêymenda Kirmanê hene.

 

Serepeyv