Gelo bikaranîna Hebê Hesin dibe sebeba qelewiyê?
Ofîsa Baştirkirina Xwareka Civakê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê du meh beriya niha wek bersiva baweriyeke berbelav derbareyê bandora bikaranîna Hebê Hesin li ser zêdebûna giraniya leşî û qelewiyê, şiroveyeke zanistî raber kir.
Li gorî ragihandina Ofîsa Baştirkirina Xwareka Civakê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, kêmasiya hesin pirrî caran dibe sebeba qelewî û steatosis'a kezebê.
Kêmasiya hesin dikare bibe sebeba zêdebûna giraniya leşî, ji ber ku hesin tevî Yod, Tîrûzîn, Selenyûm û Rûyê (Zînk) ji bo veguherîna hormonên Tîroîdê bo hevdu pêwîst e. Wergirtina hindik a her yek ji van madeyên xorakî yên hûr, berhemanîna hormonên tîroîdî aloz dike û di encamê da nîşaneyên kêmxebatiya Tîroîdê ku yek ji wan qelewî ye, xuya dibin.
Kêmasiya hesin bi awayekî cidî dijî xebata xwezayî ya Tîroîdê ye û dikare bibe sebeba nîşaneyên weke westiyan, nebûna şiyana werzîşkirinê û sivikbûna serî ku şiyana mirov ji bo çalakiya leşî kêm dike û pêvajoya zêdebûna giraniya leşî hêsan dike.