Yekemîn setelayta Îranê ji bo weşana Televîzyonê bo Fezayê hat avêtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i358338-yekemîn_setelayta_Îranê_ji_bo_weşana_televîzyonê_bo_fezayê_hat_avêtin
Camê Cam a 1`ê, Yekemîn setelayta Îranê, ji bo belavkirina weşanên televîzyon û radyoyê bo fezayê hat avêtin.
(last modified 2026-02-13T11:59:06+00:00 )
Sibat 13, 2026 13:17 Asia/Tehran
  • Yekemîn setelayta Îranê ji bo weşana Televîzyonê bo Fezayê hat avêtin

Camê Cam a 1`ê, Yekemîn setelayta Îranê, ji bo belavkirina weşanên televîzyon û radyoyê bo fezayê hat avêtin.

Ev setelayta Îranê ya Radyo û Televîzyona Îranê bi armanca dabînkirina veguhestina sîgnalên deng û dîmenan bo stasyonên erdê yên belavkirina radiyo û televîzyona neteweyî hatiye amadekirin û çêkirin. 

Setelayta Camê Cem a 1`ê  gava yekem a teknîkî ye di warê teknolojiya nû ya belavkirina radyo û televîzyona Îranê de û binesaziyên pêwîst ji bo bihêzkirina vê teknolojiyê dide ber destê Radiyo û Televîzyona neteweyî. 

Setelayta Camê Cem a 1 a Îranê cûreyeke taybet a setelaytan e ku hertim di ciheke sabit a li fezayê li ser erdê disekine û anegorî livîna erdê digere û dizivire.