Çile 31, 2026 11:32 Asia/Tehran
  • Em di çi temenekî da jîrtir in?

Asta herî jorîn a şiyama me ya zihnî û jîriyê di çi temenekî da ye? Bersiva vê pirsê helbet ne hêsan e.

Zarokatî: Afirînerî û hînbûna ziman

Mejiyê zarokan serdema geşbûna teqîniyê (Synaptogenesis) derbas dike û girêdanên esebî yên bihêz xurt dike. Ev pêvajo dibe sebeb ku zarok di hînbûna ziman da jîr bin û bi afirînerî û guherbariyeke zêdetir meseleyan çareser bikin, ji ber ku beşa hizirîna stratejîk a mejiyê wan hîn bi tevavî nekemiliye.

Nûciwanî û xortanî: Çareserkirina meseleyan û hînbûna bilez

Di vê serdemê da qata pêş-enî ya mejî bi lez geşe dike. Ev yek dibe sebeba şiyaneke zehf a çareserkirina meseleyên lojîk û bîrkariyê, lêhûrbûna bihêz û rîskkirina zêdetir. 

Navseretî û extiyarbûn: Aqil û zanista kombûyî

Bi zêdebûna temen ra, dibe ku bîranîna hûrgiliyan dijwartir bibe. Lê zanista kombûyî û ezmûn û tecrubeya xurt, kesên mezintir vediguherîne bo rawêjkarên aqilmend û alîkariya wan di biryardanên jîrane (weke kişikê) dike.

Bersiva dawî

Di rastiyê da tu temenekî diyarkirî wek 'temenê herî jîr' tuneye: jîrî komelek ji şiyanan e u di qonaxn cûrbicûr ên jiyanê digihêje asta herî jorîn.

 

Serepeyv