Çile 14, 2026 12:39 Asia/Tehran
  • Hegera pirrbêjiya zarokan; em çawa tev bigerrin?

Axaftina zarokan bi rastî şîrîn û hezkirî ye; lê gelo te heta niha rojeke tevav digel zarokekî derbas kiriye ku berdewam diaxive?

Wisa bifikire ku zarokkeî te yê biçûk heye ku rojê çend sed caran dibêje 'Dayê' û pêkutî dike ku tu bertek nîşanî her hevoka ku ew dibêje, bidî. 

Pirrbêjiya zarokan nîşaneya çi ye?

Di qonaxa ku zarok hîn dibe ku bi peyvên cûrbicûr hevokên watedar ava bike, kêm kêm qasa axaftina wî zêdetir dibe û dixwaze ku cîhana hawîrdora xwe zêdetir nas bike. Pêwîst e bizanî ku ev hal û rewş demkî ye û bi mezintirbûna zarok, axaftina wî dê kêmtir bibe.

Hegera pirrbêjiya zarokan çi ye?

1 - Aloziya Kêmbûna Baldariyê ya Zêde Çalak (ADHD)

Carinan hegera derûnnasiyê ya pirrbêjya zarok, tûşbûna wî bi hin aloziyên tevgeriyanê ye. Bi giştî zarokên ku tûşî bêhedarî, ADHD û aloziyên din ên tevgeriyanê ne, heza wan a axaftinê zêdetir e.

2 - Bêhedarî

Heke zarokek di dema axaftina bêrawestan da strêsa wî heye, hegera pirrbêjiyê bêhedariya wî ya derûnî ye.

3 - Hişê zehf

Carinan axaftina zêdebarî ya zarok dibe ku nîşaneyek ji şiyana axaftna wî ya gelekî bilind be ku ev yek di zarokên pirrjîr da berbelav e.

4 - Otîzm

Heke axaftina bêrawestan a zarokan hevrê digel pirsgirêkên din ên civakî weke têkiliya çav bi çav a lawaz, tekeziya zêde ser mijarekê yan pirsgirêk di danîna têkiliya dualî da be, dibe ku nîşaneyek ji Otîzmê be.

 

Serepeyv