Xwîna pîr pêşketina Alzeymêrê dilezîne
Lêkolîn nîşan didin, hinek hokar di xwîna mişkên temendirêj hene ku pêkhatin plakên emjî yên têkildarî Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê (Alzeymêr) dilezînin û dibine sebeba alozbûna bîr û hfîzeyê. Li aliyê din, xwîna ciwan pêkhatî ji pêkhateyên parastinê ye ku dikare rêyê li ber pêşketina vê nexweşiyê asteng bike.
Lêkoleran mişkên rêkxistî ji hêla jenetîkê ve ku potensiyela wan a çêkirina proteînên zirardar ên Alzeymêrê hebûn, bi kar anîn. Bo heyama 30 hefteyan xwîna mişkên pîr an ciwan li van mişkan hat derzîkirin.
Encamên lêkolînê bi vî rengî bûn:
Derzîlêdana xwîna pîr: Pêkhatina plakên zirardar li mejî lezand û bû sebeba alozbûna bîrê.
Derzîlêdana xwîna ciwan: Bandorên parastinê diyar bûn û pêşketina zirar û ziyanê li mejî hat hêdîkirin.
Analîza mejiyê mişkan, guherînine berçav di asta zêdetirî 250 proteînên bingehîn diyar kir. Armanca pêşerojê ya vê lêkolînê, naskirina deqîq a van hokaran di xwîna pîr de û îmkana berhemanîna derman ji bo pûçkirina bandorên wê yan xurtkirina taybetmendiyên parastinê yên xwîna ciwan e.